Çend gotin ji bo pirtûka Miriya   Heram a Bavê Nazê





Çend not ji bo Romana Bavê Nazê a bi navê ''Miriyê Heram''

Ku kesek bi awayekî heram bimre ev dibe ''miriyê heram''.Mebesta ji Heramî,eger ku ew kes li ser tiştekî qirêj bimre anko jîyanekê ne pak derbaskiribe û ne ji salihan be ew bi navê 'heram '' tê bi nav kirin.Di Romana Bavê Nazê jî li ser kesê ku  '' serxweş mirî'' re hatiye gotin.Ji ber ku mirina bi serxweşî gunehekê gelek giran e di ola Îslamê de.Mirî dibe Heram lê ji ol dernakeve.Bê îman nabe.Belko nivîskar vê ''Serxweşî''yê fena metafor/hêma girtibe.Bo niha vê nizanim.

Leheng û Serlehengên Romanê


Serlehenga 1. :  Tujo-Celadet --Ji ber tûjbûna wî bi vê navê we hatiye bi nav kirin di nav gel de.Weku laqab e li ser.Dibe ku têkiliyekê wî bi Celadet Bedirxan ve hebe,ji ber zimanperestiyê wan nivîskar vê navê lê kiribe.

Serlehenga 2. :Feylesofê Serxweş/Mecîd Nêz-Hevalê Tûjo ye.Ji ber ku him serxweş e him jî serê xwe gelek bi pirtukan ve êşandiye bi vê navê lê girtiye ji gel.

Dijleheng. :Gel /Min gelê bajarê jî wek dijlehengê hilda.Ji be rku her çi qas li ser navê yekê nebe jî,bandorekê neyînî a  gel li ser serlehengê me hene û rewiştên gel bi demekê drêj romanê de dewam dikin.

Mele Evdirrehmen:Ew meleyê ku Celadet binax dike.

 Ehmed. :Tenê hevalê tûjo ye li girtigehê.Ciwanekê agirîn e ku gelek dikevin niqaşan bi Tûjo re.Bandor li hev digrin.



Flashback/Geriye Dönüş/Paşvegerîn/

                                     flashback ile ilgili görsel sonucu 







Paşvegerîn curekê vegotinê ye di Sînema û Wêjeyê de. Nivîskar hêztirin beşa nivîsê datîne serê nivîsê û nivîsê xwe baldartir dike bi wî awayî.Bi giştî,wêjeyê de dawiya çîrokê tê dayîn.Her ku xwîner bixwîne nivîse hîs dike ku tê dawiyê û kelecantir dibe.Di romana Miriyê Heram de jî Bavê Nazê bi wî awayî xwestiye bala xwendevanan bikşîne.Di serî de mirina Celadet dide.Ew beşa ku Mecîd hewl dide ku Celadet binax bike.

Çend gotin li ser Mele Evdirrehmen: Ew jî weku serlehengên me ''serxweş e'' dawîtir hevoka romanê de nivîskar bi derbeyekî ve xal dide vê yekê? Û ev yek xwînerê dide ponijînê ku Serxweşî çi ye? Mebest ji Serxweşî çi ye û felan. Serxweşî bi ya min ''hay xwe bûyîn e''
Hemî gelê bajêr ji her du serlehengê me kerx dikir.Ji wan aciz dibûn.Ji ber ku ew ''serxweş bûn'' lê hêman demê gelek dixwandin.Her ku dixwandin ew qas serxweş dibûn.Yanê ew qas jî hay jî hebûnên xwe dibûn.Ez dibêm;Serxweş bûn hêmayek e.



                                          


BI KURTASΠ

Roman behsa Zimanperestekê(Celadet) dike.Celadet ji ber ku nekurdbûyînê dişêrîne/înkar dike û nifûsa xwe diqelişîne tê binçav kirin.Romanê de pirranî behsa girtî mayîna wî dike.dİ Girtîgehê de li hemberî ew qas zilm û şkenceyê ber xwe dide.Bandor li ser derdorê xwe dike.Birastî cudahiyek di navbera wî û girtiyên din hebû.Ji xwe mirov dema dixwand jî dikevê vê hîsê jî.Çi ferq bû ji yên din? Bê bersiv.


Celadet çend niqaş li ser metoda siyaseta Kurdan bi hevalê xwe Ehmed re dike.Mijara sereke pêş ziman bû.Celadet kesekî zimanperest bû ji ber vê yekî jî,girîngtir ramanên wî li ser ziman bû.Bi çavên wû bê zanîn û axaftina ziman ti şoreş nedihat kirin.Ji ber vê yekê jî Celadet partî û dezgeyên Kurd napejirîne.Birastî ne pejirandin xwe wak wan nahesibîne.Naxwaze jî bikeve hûndirê wan.Bi wê babetê vê nivîskar çend rexne kiriye li ser sîyasetmedarên anko aktîvîstên ku  girîngî nadin zmên.


Çend pirs li ser tîyoriyê.

Miriyê Heram Roman e  an Çîrok e?
Anko ''kurteroman'' e?

Çi sînorên wan hene? Ew çawa tên binav kirin?Kî biryara wan dide?Nivîskar an Çapxane?
Drêjiya Romanê sînoreke ji bo wê an na?



Birahîmê Mîrekî


















Yorumlar

Popüler Yayınlar