Emily Dickinson- Keser Mişkek e. / Grief is a Mouse.



Keser Mişkek e—

Û Lambrîyek ji Darberûyê dijbêre
Ji bo Hêlîna Xwe ya Şermok—
û şaşopaşo dike serpêhatîyê—

Keser Dizek e—yekser vediciniqe—
Derzî li Guhê Xwe re dike—Wextê xeberek digihê 
Ji vê Erdê Tirtire
Heyîna Xwe ya gêzîkirî –ber bi paş ve

Keser Jonglorek e—mêrxas e di Kar de—

da ku ji tirsê çavên Xwe nede alî
Xwe Heldiavêje li ser Kul û Birînên Xwe—Libek—an Bêje—Sê lib-

Keser Çilek e Çilek—

bêpar bihêlin ji kêf û şahîyê
Xweşiktirîn keser bê ziman e—beriya ku vêbêje—
Wî Bisotin li Qada Gund—
Xweliyên Wî—dê vêbêjin
Dibe ku—
ku bikin înkar—Çawa pê bizanin—
Ku têxî Feleqeyê—ber bigerî, peyvek jê dernaye—aniha.


Emily Dickinson
Wergêr/Translator : İbrahim Mireki

Yorumlar

Popüler Yayınlar