EW NAMEYA MIN E JI GELÊ BLOGGERÊ RE*


Bloga min a şîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
xweşsûhbeta civata bloggeran î

-celadet alî Blogvan**
     

 Di serî de, divê ez lêborînekê ji dil bo xwînerên xwe yên pêşêrojê bixwazim da ku ez dereng mam ji bo vê ger û geşta bloggeriyê.EZ BI KELECAN IM.

      Pişt re ez dîsa lêborînekê dixwazim. Ji kê? Ez ji hemî bloggeran lêborîn dixwazim ku ez dê bibim bela serê we, û we behecî bikim  bi pirsan û, teşqeleyan derxim.

      Ev çend roj e, ev çend meh e, çend sal e, çend sedsal e, çend mîlad û çax e, ez difikiriyam ku ez dê blogekî vekim û têrrrrr dilê xwe tê de rehet bikim.
Min venekiriba, ez dê biteqiya ma. (Hînker-Asta Sêyemîn)
Ez çûkek im, û strîyek di lingê min de çû û ez bi vê strîya xwe ve dilşa me. Ne didim pîrê seba du-şeş nanê tenûre ne ji derdixim û xwe dûr dixim.Ewên di dilê min de mane, ji strîyê min  tên: û ez dê wan têxim bloga xwe.

Ji bo rexne, şirove, pesn û xeyban ji kerema xwe li jêr, cîhê vala tijî bikin.


*Ew Nameya Min e ji Cîhanê re/Emily Dickinson 
Wergêr: Texmîn bike kî ye?

**Bilûra min/ Celadet Alî Bedirxan

Yorumlar

  1. Ser xêre be, raqîbekî mezin hat yaw :))

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spass! Em ne reqîbê hev in, cînar in, hevkar in- him jî hogir in lêê!

      Sil
  2. Bloga te pîroz û bimbarek be pismam. Welleh meriv dibêje qey tu deh sal e blogan dinivîsî, min gelek eciband nameya te. Qawet be û berdewam be ✋

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ne deh sal e lê ev bi hezaran sal e, ez bi kelecana vê bloga hanê dijîyam. Ez dibêm nameya min xwe gihandiya cihê xwe- serçavên min serserên min.

      Sil
  3. Kek Birahîm ji dil û can dibêjim tu bi xêr hatî. Destpêkeke xwes û geş bû. Hêvîdar imher berdewam be ezîz î.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Hêviya min jî berdewamiya blogê ye.Nexwe em hêvî-heval in: bi heman tiştî dilşa dibin, û xemgîn dibin û bi hêman tiştî dixwazin.Îşelleh dê bibe.SIPAS!

      Sil
  4. Brahîmo ! Bi navê xwe î pêximberan, bi zimanê XWE binûse ! Ya na em ê hevdu aciz bikin..

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ka raweste, xwe meke acis Ûsivê bira.Xwe wilo nebetilîne, va ye ji te re qûlpek av. Ava Kurmancî ye, ji rûbarekî tê û qet namiçiqe -XEMA NEXWE.Va ez têmm.

      Sil
  5. Yaaaaaaa, çiqas nivîseke şîrînok û xweş û bi te'mmmm.
    Spas bo ku ti hatî. Bi hatina te yî vîr aniha dixwazim nivîsekî li bloga xwe zêde bikim, ti bi bereketa xwe hatî bawer bike. ;) wey pîroz bê rebbbbî. ;)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Sax bîî! bloga min û ya te tev pîroz in- yên din jî pîroz in lê ne qasî yên me:)) Bila Xwedê blogên me yên Kurmancî nexe ber lingan- tim SERFIRAZ bin!

      Sil
  6. tu'b xer hatî pismam. hatina te temelê blogerîya kurdî qayîmtir kir. (pesn xweş in) :)

    YanıtlaSil
  7. Bu yorum yazar tarafından silindi.

    YanıtlaSil
  8. ser xêrê be, em jî bi kelecan li benda nivîsên te ne.

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Popüler Yayınlar