(Langston Hughes,helbestvanê Harlemê, bi Kurdî.)

Çi tê serê xeyalekî derengmayî?
Qey ziwa dibe 
fenanî mewijekî li binê tavê
Nêm digre wekî birinekî—
û belav dibe.
Wekî goştê genî bêhn jê tê?
An jî qalik digre û şekir dibe —
li ser şêranîyekî bi şirûb.
Belkî fenanî barekî giran,
binav dibe.
An jî diteqe?

wergêr: Birahîmê Mîrekî

Yorumlar

Popüler Yayınlar